All NewsTop

Wezareta Derve ya Ermenistanê derbarê redkirina Bakûyê de ji bo beşdarbûna civîna nûnerên Azerbaycan û Stêpanakêrtê li Bratîslavayê

Wezareta Derve ya Ermenîstanê behsa redkirina hevdîtinên nûnerên Azerbaycan û Stêpanakêrtê yên ku li Bratîslavayê hatibû plankirin, ji aliyê Bakûya fermî ve bê sedem red kirîe.

“Wek ku me gelek caran behs kiriye, ji bo pêkanîna aştiya bi îstîqrar li herêmê, gihandina maf û ewlehiya gelê Qerebaxê bi rêya diyaloga Bakû-Stêpanakêrtê mifteya sereke ye. Komara Ermenistanê tekezî li ser pêwîstiya avakirina mekanîzmayeke navdewletî ji bo vê diyalogê li ser hemû platforman dike û piştgiriya hemû hewlên di wî warî de dike”.

Mixabin, Bakûya fermî ne tenê wê diyalogê red dike, di heman demê de bi eşkereyî siyaseta xwe ya li ser qirkirina etnîkî ya gelê Qerebaxê didomîne. Ji ber girtina neqanûnî ya Korîdora Laçînê, gelê Qerebaxê ji ber xwarin, derman, sotemenî, kehrebe bêpar dimîne û bi îmkanên herî kêm jî ji bo derxistina nexweşên ku hewcedarê alîkariya doktoîê ne bi rêya korîdora Azerbaycanê berdewam e. bi amadebûna Xaça Sor a Navdewletî û aştîparêzên Rûs bi eşkere pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê direvîne”.  Di bersiva Wezareta Karên Derve de hatîe gotinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button