Li gorî daneyên 6 mehên ewil, hejmara şîrketên ku nû hatine vekirin li Ermenîstanê 5 hezar û 400 e, ku herî zêde damezrînerên wan welatiyên Ermenîstanê ne, paşê ji Rûsyayê û ya sêyemîn jî welatiyên Îranê ne. Wezîrê Aboriyê Vahan Kêrobyan 1 Tebaxê di axaftina xwe ya li gel rojnamevanan de behsa vê yekê kirîe.
Kêrobyan zêde kir, ku em hertim dikarin bi rêjeyên mezin bazirganiyê bi Hindistanê re bikin, lê belê bi Hindistanê re pirsgirêka rê heye. “Danûstandinên bi Hindistanê re hîna nehatine paqij kirin, lojîstîk ne hêsan e. Ez qebûl dikim ku bazirganiya bi Hindistanê re potansiyelek mezin heye. Hûn dizanin ku bi pêşniyara me, bi fermana Serokwezîr komeke xebatê hat avakirin, ku divê li ser îmkanên çêkirina korîdorek nû ya barkêşiya bilez a ji Hindistanê berbi Ewropayê vekole.