
Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi “Euronews TV” re hevpeyvînek kir. Ev yek ji aliyê Nazelî Baxdasaryan, sekreterê çapemeniyê yê serokwezîr ve hat ragihandin.
“Serokê hikûmetê behsa kirîza mirovî, vegerandina dîl û girtiyan û pêwîstiya diyaloga Stepanakert-Bakûyê di çarçoveya mekanîzmaya navdewletî de kir.
Serokwezîr di hevpeyvînê de amaje bi girtina neqanûnî ya Korîdora Laçînê kir û da zanîn ku divê rejîma, ku li gorî xala 6 a ya daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşinê hatiye avakirin, were vegerandin.
Serokwezîr bi bîr xist biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî yên 22yê Sibatê û 6ê Tîrmeha 2023an de. Serokwezîr careke din destnîşan kir ku biryarên dadgeha bilind a navneteweyî heta niha ji aliyê Azerbaycanê ve nehatine cîbicîkirin:” wê got.