
Li Azerbaycanê di heft mehên destpêkê yên îsal de 44 leşker hatine kuştin, ku piraniya wan di şert û mercên ne şer de hatine kuştin. Ev yek di rapora, ku ji aliyê Enstîtuya Lêkolînên Leşkerî ya Xezerê ve hatiye weşandin de tê gotin.
Li gor lêkolînên wê rêxistina sivîl a Azerbaycanê, di operasyonên leşkerî de 9 leşker hatine kuştin, 2 jî di encama teqîna mayinekê de, 39 leşkerên din jî di şert û mercên ne şer de hatine kuştin, ji wan 4 “qezya”, 7 encama nexweşiyê de mirine, di bûyera mirina 17 leşkeran de, “xwekuştin” weke sedem hatiye binavkirin.
Rêxistin diyar dike, ku 12 leşker “li herêma şerê çekdarî ya bi Ermenîstanê re xwekuştin kirine”, her wiha diyar kir ku ev hejmar di van demên dawîn de pir zêde bûye.
Li gorî daneyên, ku di raporê de hatine weşandin, windahiyên Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê ji sala 2003an heta niha 4 463 leşker in: 3 582 di şert û mercên şer de hatine kuştin, 881 jî di şert û mercên ne şer de hatine kuştin.
Cesur Sumerînlî , Serokê Enstîtuya Lêkolînên Leşkerî ya Xezerê di gotûbêja digel kanala “Radio Liberty” a Azerbaycanê de diyar kir, ku ew gendelî sedema sereke ya mirina leşkerên Azerbaycanê di şert û mercên aram de dibînin.
“Hejmara windahiyên ne şerker tevî zêdekirina bûdceya berevaniyê ya Azerbaycanê kêm naibe, lê zêde dibe. Bi rastî hêviyek hebû, ku moral û dîsîplîn di hêzên çekdar de têrê bike lê em berovajî vê yekê dibînin. Ev hejmar nîşan didin ku zêdekirina butçeya leşkerî bandoreke mezin li ser dîsîplîna personelên hêzên çekdar nekiriye:” Serokê Enstîtuya Lêkolînên Leşkerî ya Xezerê got.
Li gorî medyayê, gelek caran dezgehên leşkerî û dezgehên din ên hikûmetê yên Azerbaycanê mirina leşkeran vedişêrin û amarên fermî nadin.