
Azerbaycan girtina Korîdora Laçîn bi awayekî neqanûnî didomîne û nahêle ku alîkariya mirovî, ji Ermenîstanê bigihîje Qerebaxa Çiy, ku di encama dorpêçkirina tam a korîdorê ji aliyê Azerbaycanê ve, krîzeke mirovî ya giran heye.
Vardan Sargsyan, nûnerê koma xebatê, ya ku di bin serokatiya cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê de hatiye avakirin, di 31ê Tîrmehê de bi rojnamevanan re axivî û diyar kir, ku ji 26ê Tîrmehê û vir ve, dema ku alîkariyên mirovî gihiştin li ser sînora Kornîdzorê , xala destpêkê ya Korîdora Laçînê, ji cihê ku nikarîbûn bi pêş ve herin, ji ber ku Azerbeycanê ketina wan a li Qarabaxê qedexe kiribû, ti pêşketinên nû nîn in. Wî got, ku tu bersivek ji leşkerên aştîparêzên rûsî, ku li Qerebaxa Çiyne, ku Ermenîstanê ji wan gihandina alîkariyên mirovî xwestibû, tune.
“Konvoya kamyonan li heman herêmê, li Kornidzorê ye. Tevî bangewaziyên curbicur ji aliyê dewletên curbicur, berteka berfireh a navneteweyî, daxuyaniyên gelek siyasetmedar û kesayetiyên giştî û herwiha biryarên pêwendîdar ên Dîwana Edaletê ya Navdewletî, Azerbaycan bi awayekî neqanûnî girtina Korîdora Laçînê berdewam dike û veguhestina kelûpelan asteng dike:” got Sargsyan.
Rewş ji aliyê gelek medyayên navneteweyî ve hate şopandin։ ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Rûsyayê, Çînê û Arjantînê. Li gorî Sargsyan, ew bi hemû rojnamevanan re ji bo pêşkêşkirina rewşê vekirî ne.
“Eleqeya ajansên nûçeyan ên navneteweyî ji vê rewşê re zêde dibe. Duh rojnamevanê ajansa “France Press” li vir bû û derfeta wê hebû, ku şahidiya bûyerên bibe. Ev belavok ji aliyê ajansa “France Presse” ve hatiye belavkirin:” Sargsyan got.