
Hikûmeta Brîtanya îro, Sêşemê, bi fermî ragihand, ku hovîtîyên rêxistina Dewleta Îslamî li dijî êzîdiyan li Iraqê wek jenosîd.
Wezareta Derve ya Brîtanyaê got, ku naskirina fermî ya hikûmetê piştî biryareke dîrokî ya vê dawiyê ya Dadgeha Federal a Almanî ye, ku endamê berê yê DAIŞê bi jenosîd û tawanên dijî mirovatiyê sûcdar dît.
“Êzîdî 9 sal berê ji destên DAIŞê gelek êş kişandin û bandora wê hîn jî tê dîtin. Edalet û hesabpirsîn ji bo kesên, ku jiyana wan hatiye tunekirin, girîng e:” got Tarîq Ahmad, Wezîrê Dewletê yê Brîtanyayê ji bo Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîka, Asyaya Başûr û Neteweyên Yekbûyî.
“Associated Press News” dinvîse.