
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê Anî Badalyan amaje bi weşana yek ji medyaya Azerbaycanê ya li dijî Ermenîstanê û antîsemîtî kir.
“Belavokeke din a, ku ji aliyê “medyaya Azerbaycanê” ve hatiye belavkirin, ku bi pênaseya klasîk a axaftinên nefretê re têkildar e jî, bi propagandaya dijî Ermenîstanê tijî ye:” Badalyan li ser “Twitter”ê nivîsî.
Wê her wiha posta rêxistina nehikûmî ya serbixwe ya Amerîkî “Stop Antisemitism”, ku li dijî antîsemîtîzmê şer dike parve kir. Post li ser gotareke, ku li Azerbaycanê hatiye weşandin, bi navê: “Hîtler ji hemû serokên ermenî yên dîrokê mirovperwertir e.”
“Stop Antisemitism” bi tirs dît, ku rojnameyeke Azerî ev yek weşandiye. Adolf Hîtler 6 mîlyon Cihû û 5 mîlyon miletên din kuştin. Di heman hevokê de peyva “mirovperwer” û navê wî nayên bikaranîn:” rêxistinê li ser “Twitter”ê nivîsî.







