
Solîstê koma rockê ya li cîhanê “System of a Down”ê Serj Tankyan nameyek vekirî weşand û bang li Azerbaycanê kir, ku Korîdora Laçîne veke û dawî li zilima li gelê Qerebaxê bîne. Nameyê her weha ji hêla nûnerên navdar ên “show biz”ê ve wekî Pîter Gabrîel, Rocer Waters, Tom Morello, Stewart Kopeland, Rosa Lîn, Atom Êgoyan, Arsîne Xanjîan, Sebu Sîmonyan û yên din we hate îmzekirin.
Di nameyê de behsa dorpêçkirina 7 mehana li ser Qerebaxa Çiy, ku di 12ê Kanûna Pêşîna 2022 de dest pê kir, tê kirin.
“Niştecihên Qerebaxê ji wê demê ve pişta xwe bi alîkariyên mirovî yên hêzên aştîparêz ên Rûsî û Xaça Sor a Navdewletî digirin. Leşkerên Azerbaycanê niha derketina barên alîkariyê asteng dikin û krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe. Di diqanan de hilberên xwarinê yên bingehîn xilasdibin. Di nexweşxaneyan de kêmasiyek tund a derman û pêdiviyên bijîşkî heye. Di Sibatê de, saziya dadwerî ya herî bilind a Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Navneteweyî, ferman da Azerbaycanê ku tevgera azad di rê de misoger bike. Azerbaycan jî vê biryarê paşguh dike:” di nameyê de hatiye nivîsandin.
Serj Tankyan bi kovara Spin re jî hevpeyvînek kir û diyar kir, ku di serî de Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê,her kes piştgiriyê dide vekirina korîdorê û gelek caran bang li vê mijarê kirine, lê bangên ji rejîma dîktator re wê alîkariyê nede mirovan.
“Ew tenê gotin in. Çalakî tune û pirsgirêk ev e. Jixwe her kesî ev yek şermezar kir, lê kes tiştekî nake.” Tankyan got, wî hewl da, ku bi Ajansa Pêşketinê ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî re têkilî daye ku wekî mînak dikare bi balafirê xwarinê bibe li Qerebaxê.
Serj Tankyan qebûl dike jî, ku pirsgirêk ji ber operasyonên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê, têkiliyên xurt ên di navbera Rûsya, Azerbeycan û Tirkiyeyê de, aloztir dibe.
Li gorî Tankyan, mirow dikarin her roj di medyayê de li ser Ukraynayê bixwînin, lê gelek kes nizanin ka li Qarabaxê çi diqewime. Di heman demê de Tankyan bi bîr dixe, ku rêberê dîktator yê Azerbaycanê hin deverên axa Ermenîstanê jî, ku bi qasî 150 kîlometre çargoşe ye, dagir kiriye.
“Em weke civaka navneteweyî durû ne, ji ber ku welatekî li ser hesabê welatekî din nikare feda bibe. Ew ne rast e:” diyar kir Tankyan.