
Dîplomatên, ku li Ermenîstanê akredîtîze bûne, tevî nûnerên hikûmeta Komara Ermenîstanê , li Kornidzorê bûn, ku alîyê Azerbaycanê gihandina alîkariyên mirovî ji Ermenîstanê bo Qerebaxê çend roje asteng dike.
Alîkara Wezîrê Kar û Barên Civakî Anna Jamakoçyan, Alîkarê Wezîrê Karên Derve Vahan Kostanyan, Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Armên Nazaryan, Waliyê Herêma Syunîk Robert Xukasyan, Nûnerê Buroya Parastina Mafê Mirovan Anna Karapetyan ji dîplomat û nûnerên rêxistinên navneteweyî re, rewşa mirovî ya li Qerebaxê pêşkeş kirin.
Anna Jamakoçyan der barê lezgîniya alîkariya mirovî ya ji bo komên bêhêz de, bal kişand ser encamên rewşa mirovî ya li ser jiyan, tenduristî û parastina zarok, jinên ducanî, extiyar, kesên astengdar:
“Xizmetên lênihêrîna malê ji bo kal û pîran tenê têne asteng kirin, saziyên parastina civakî nekarin bi tevahî xwarin û pêdiviyên ji bo jiyanê ji zarok û kal û pîrên ku li wir dijîn peyda bikin. Bi giştî zêdetirî 2000 zarokên di bin 1 saliyê de hema hema ji xwarina zarokan bêpar mane․ Լê 12 ton têkelê şîr û xwarin, ku ji bo wan hatiye amadekirin, tenê çend deh kîlometran dûr ji wan, ew amade ne, ku berbi Qerebaxê bên veguheztin. Ne mimkûn e ku mirov vê rastiyê qebûl bike:” Anna Jamakoçyan di hevdîtina bi dîplomatan re diyar kir.
Alîkarê wezîr hişyariyên din ên hevkarên Qerebaxê , ku ji ber dabînkirina gazê, qutbûna elektrîkê û kêmbûna sotemeniyê ne, eşkere kir. Bi taybetî tê gotin, ku her çend Qerebaxê kirîna kursiyên bi teker û alîkariyên din organîze kiriye jî, ji ber girtina korîdora Laçînê, veguhestina wan ji bo kesên kêmendam ên li Qerebaxê dijîn ne mumkin bûye.
Alîkarê wezîr her wiha bûyera trajîk a ku di encama qeyrana heyî de hatiye tomarkirin pêşkêş kir. “Hefteyek berê 2 zarokên bêguneh ên Qerebaxê, Leoyê 3 salî û Gîtaya 6 salî, bûn qurbaniyên nerasterast ji ber girtina korîdora Laçîn û kêmbûna xwarinê. Dayika wan , ji ber ku wan re xwarinê bîne, ji gundê xwe peya çuye Martakertê, zarokên xwe yên biçûk bêyî çavdêriyê hiştye malê tenê. Ti welat û rêxistineke navneteweyî nikare van hemûyan paşguh bike û bi bêçalaktiyê bibe sedema encamên neyînî yên krîza mirovî.”