
” Di peyama Serdozgeriya Komarê ya Azerbaycanê de, metirsiyek vekirî tê nîşandan, ku heman nêzîkatî li ser niştecihên din ên Qerebaxê jî were sepandin:” Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Komara Ermenîstanê de derbarê revandina Vagîf Xaçatryan ji aliyê nûnerên Servîsa Parastina Sînor a Azerbaycanê ve, hat dayîn.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku di 29’ê Tîrmehê de Vagîf Xaçatryan ê 68 salî, ku bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê ji Qerebaxê derbasî Ermenîstanê dibû ji bo dermankirinê, tevî Xaça Sor a Navneteweyî bû, ji aliyê nûnerên Komar Azerbaycanê ve hate revandin. Ew ji alyê Servîsa Parastina Sînor a Azerbaycanê li nêzî xala kontrolê ya neqanûnî ya li korîdora Laçînê , bêyî şîroveyeke pêbawer ber bi cihekî nediyar ve hat birin.
“Em hewce dibînin, ku em tekez bikin, ku Xaça Sor lîsteyên nexweşên, ku wê bê veguheztin, pêşwext pêşkêşî aliyan dike û tenê piştî lihevkirinê veguheztina wan pêk tîne.
Belavkirina peyameke tijî çîrok û tohmetên derew ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Azerbaycanê ve yekser piştî revandinê nîşan dide, ku ev operasyon ji berê de bi berfirehî hatibû plankirin. Her wiha, di peyamê de metirsiyek vekirî heye, ku li ser niştecihên din ên Qerebaxê jî heman rêbazê bikar bînin.
Ev kiryara Azerbaycanê binpêkirina eşkere ya hiqûqa însanî ya navneteweyî ye. Girtina kesekî,ku di bin parastina yasaya mirovî ya navdewletî ye Xaça Sor de, nikare weke tawaneke şer neyê binavkirin. Di heman demê de Azerbaycan armanc dike, ku çalakiyên Xaça Sor li Qarabaxê bi tevahî asteng bike, di heman demê de Azerbaycan girtina Korîdora Laçîn didomîne û bi gelemperî rê nade, ku rêxistinên din ên mirovahî derbasî Qerebaxê bibin.
Hêjayî gotinê ye, ku ev kiryara rayedarên Azerbaycanê rasterast berdewamkirin û cîbicîkirina daxuyaniya serokomarê vî welatî ye, ku di 28ê Gulanê de gotibû, “Daxistina xala kontrolê li Korîdora Laçînê wê ji Ermenîyên Qerebaxê re bibe ders”. Aliyê Ermenîstanê gelek caran li ser vê yekê hişyarî daye hevkarên navneteweyî re û ji wan xwestiye, ku daxuyaniyên bi vî rengî şermezar bikin. Ev kiryara Azerbaycanê rasterast nîşan dide, ku gotinên li ser paqijiya etnîkî, ku ji demek dirêj ve ji hêla Ermenistanê ve hatine gotin, cidiyeta xetereyên mirinê yên heyî nîşan dide.
Her wiha ev kiryar careke din tineya argumanên aliyê Azerbaycanê yên der barê nevegerandina dîlên şer û sivîlên ermenî, yên ku bi qaçaxî li Bakûyê piştî şerê 44 rojan girtî ne û her wiha leşkerên, ku di 26 gulanê de ji axa serweriya Komara Ermenistanê hatine revandin û darizandinên, nîşan dide.
Ev xwerêveberiya, ku hevdem ligel girtina tam a Korîdora Laçînê û nehiştina maf û pirsgirêkên ewlekariya gelê Qerebaxê, tê kirin, bi armanca terorkirina gelê Qerebaxê heye û careke din gumanên cidî dixe ser îhtîmala dabînkirina ne tenê kêmtirîn mafên gelê Qerebaxê, lê di nebûna tevlêbûna navneteweyî de jî bicîanîna mafê jiyanê.
Em çalakiya sûc a, ku îro ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye kirin û girtina Korîdora Laçînê ya berdewam, şermezar dikin. Em ji civaka navneteweyî hêvî dikin, ku gavên yekgirtî û zelal bavejin, di nav de bikaranîna amûrên heyî, ji bo vegerandina tevgera bênavber bi rêya Korîdora Laçînê de, misogerkirina çalakiyên rêxistinên mirovî yên navneteweyî li Qerebaxê û misogerkirina gihandina alîkariyên mirovî bo Qerebaxê re:” di daxuyaniyê de hate gotin.