
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku Ermenîstan ji bo kêmkirina qeyrana însanî ya li Artsaxê ji ber girtina Korîdora Laçînê ji alîê Azerbaycanê, çi gavên pratîkî diavêje.
Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Ermenîstanê bi hevkarên Qerebaxê re bi berdewamî di pêwendiyê de ye, ew hewl didin bibînin ka çi derfet hene, çi biryar û nêzîkatiyên ku dikarin bibin alîkar hene.
“Herwiha bi saya xebatên me, dadgehên cuda yên navneteweyî têkildarî pirsên biryarên cuda didin. Di pêvajoya muzakereyê de hewl tê dayîn ku çareseriyan bibînin. Hûn dizanin ku li ser rewşa mirovî ya demdirêj a li Qerebaxê, komeke xebatê ya bi serokatiya Alîkarê Serokwezîrê Ermenîstanê hatiye avakirin, ku her roj di nav nîqaşan de ye ka çi gavên ku dikarin bi bandortir werin avêtinê.”
Serokwezîr nexwest ti hûrgiliyên din derbarê van ramanan de eşkere bike, tenê eşkere kir ku divê gavên muhtemel ên mirovî bin. Li gorî wî, ya girîng ne axaftin li ser ramanên ku hatine gotûbêj kirin, lê di dema guncaw de, bi awayê rast bikar bînin.