All NewsTop

 Azerbaycan hewl dide girtiyên ermenî weke amûreke danûstandinên siyasî bi kar bîne: serokwezîr

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan diyar kir ku Azerbeycan girtiyên ermenî heta nha venagerîne, çimkî hewl dide wan weke amûreke danûstandinên siyasî û zextê li ser Ermenîstanê bi kar bîne.

Paşînyan ev yek di civîna çapemeniyê ya 25’ê Tîrmehê de gotîe.

“Azerbaycan hewl dide girtiyan weke amûreke danûstandinên siyasî û ne bi taybetî, lê weke amûreke zextê li ser Ermenîstanê bi kar bîne.”- Paşînyan dgot.

Serokwezîr diyar kir ku çima aliyê Ermenîstanê nexşeyên mayinan ên herêmên ku piştî şerê 44 rojî ketine bin kontrola Azerbaycanê dane aliyê Azerbaycanê.

“Civaka navneteweyî bang li me kir ku ji bo zêdekirina baweriyê gavên yekalî bavêjin. Û me ew gav wek gaveke însanî avêt û di xebatên aştiyê de samîmîbûna xwe nîşan da.” wî diyar kirîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button