
Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahîyan ragihand, ku Îran li ser pêkanîna aştiyê li herêma Kafkasyayê amade ye û amadebûna Tehranê ji bo derbaskirina civînekê bi forma “3+3” bi beşdariya rayedarên Ermenîstan û Azerbaycanê ragihand.
“Herêma Kafkasya Başûr ji bo Îranê xwedî girîngiyeke mezin e:” Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahîyan di civîneke çapemeniyê de ligel Wezîrê Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan ve, ragihand.
“Îran pêşwaziyê li nêzîkbûna welatên herêmê û pêşketina danûstandinên aştiyê yên navbera Ermenîstan û Azerbaycanê dike:” got Husên Emîr Ebdullahîyan.
“Îran bal dikişîne li ser pêkanîna aştiyê li herêma Kafkasyayê ye:” Wî got u zêde kir, ku hevdîtina wî ya vê dawiyê li gel Alîyev, serokkomarê Azerbaycanê, hevdîtina wî ya bi serokwezîrê Ermenîstanê re di mehên dawî de û civîna bi wezîrê karên derve yê Ermenîstanê re, dikare wekî navgînên Îranê ji bo pêkanîna aşitî û ewlehiya bi îstîqrar li navçê, bê nirxandin.
Li gor wî, Tehran di wê baweriyê de ye, ku aştî û ewlehiya di navbera cînaran de li gorî berjewendiyên hevpar ên welatên navçeyê ye.
“Divê herêma Kafkasya veneguhere qonaxeke şer û hevrikiya desthilatdariyê, ji ber ku ev yek aştiya herêmê dereng dixe:” wî got û zêde kir, ku aştiya mayînde pêwîstî bi zimanekî dostane û rewan di navbera hikûmet û neteweyan de heye.
“Em pêşwaziya formata “3+3″ ya di navbera welatên herêmê de dikin û Îran jî amadebûna xwe ji bo derbaskirina wê civînê radigihîne, ku Ermenîstan û Azerbaycan jî tê de beşdar bibin:” got Husên Emîr Ebdullahîyan.