SocietyTop

Konferansa Cîhanî ya Teknolojiyên Agahiyê wê di sala 2024an de li Êrîvanê bê derbaskirin

Konferansa Cîhanî ya Teknolojiyên Agahiyê (WCIT) wê di sala 2024an de li paytexta Ermenîstanê, Êrîvanê de bê derbaskirin. Li ser rûpela xwe ya “Facebook”ê, Serokê Ofîsa Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Arayîk Harutyunyan ev agahî da.

Araîk Harutyunyan got, “Ez dixwazim we agahdar bikim, ku Konferansa Cîhanî ya Teknolojiyên Agahdariyê, WCIT, wê di sala 2024an de li Êrîvanê were derbaskirin.”

Wî bi bîr xist ku Êrîvanê di sala 2019an de jî mazûvaniya vê çalakiya mezin a cîhanê kiribu.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button