
Roja 24ê Tîrmehê, Ararat Mîrzoyan, wezîrê karên derve yê Komara Ermenîstanê û Husên Emîr Ebdullahîyan, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, li Têhranê bi beşdariya heyetên her du welatan hevdîtinek taybet pêk anîn.
Piştre her du wezîran daxuyanî dan çapemeniyê. Li jêr em beşeke ji metna daxuyaniya Ararat Mîrzoyan pêşkêş dikin.
“Birêz Husên Emîr Ebdullahîyan rêzdar.
Hevalên hêja,
xanim û birêz
Ez spasiya we dikim ji bo vexwendina Tehranê, pêşwaziya germ û guftûgoyên berhemdar.
Komara Ermenîstanê û gelê Ermenîstanê gelek girîngiyê didin têkiliyên dîrokî yên dewlemend ên bi Komara Îslamî ya Îranê ya cînar û dost.
Hevkariya di warê bazirganî, enerjî, veguhestin û binesaziya rê de di rojeva me de xwedî roleke taybet e
Formatên sêalî yên bi beşdariya Ermenîstan û Îranê jî ji bo hevkariyê platformeke balkêş e. Em kêfxweş bûn, ku îsal li Êrîvanê mazûvaniya pêşê yen şêwirên bi formata Ermenistan-Îran-Hindistanê kir.
Yek ji destkeftên hevkariyên dualî vekirina konsulxaneya giştî ya Komara Îslamî ya Îranê li Kapanê di sala derbasbûyî de bû, ku em vê yekê berdewamiya mantiqî ya karên, ku ji bo avakirina konsulxaneya Komara Ermenîstanê li Tebrîzê tê kirin, dibînin.
Em balê dikişînin ser peywendiyên dostane yên nêzîk, ku di navbera parlementên Komara Ermenîstan û Komara Îranê de hatine avakirin.
Mijarên girêdayî ewlekarî û aramiya herêmê di bingeha gotûbêja me ya îro de bûn. Me bi taybetî tekezî li ser pêkanîna aştî, ewlehî û îstiqrarê li Başûrê Kafkasyayê kir. Min pêvajoya danûstandinên li ser çareserkirina peywendiyên Ermenîstan û Azerbaycanê pêşkêşî hevkarê xwe kir.
Ez bi xemgînî amaje bi wê yekê dikim, ku îro Azerbaycan li şûna diyaloga bi gelê Qerebaxê re, siyaseta paqijkirina etnîkî dimeşîne, ku diyardeya eşkere ya wê girtina neqanûnî ya Korîdora Laçîn ye, ku ev zêdetirî heft mehan e berdewam dike.
Em îro dibin şahidê tiştên, ku me heft meh berê hişyar dikir. Jixwe li Qerebaxê krîzeke însanî ya girîng û berçav heye. Û ev yek di binpêkirina hovane ya normên mirovahî yên navneteweyî de pêk tê.
Divê ez tekez bikim ku Ermenîstan ji bo pêşîgirtina li karesateke mirovî ya nû ya di sedsala 21-an de li benda hewildanên çalak ên aktorên eleqedar û berpirsiyarên aştiya rastîn li Kafkasya Başûr e.
Dixwazim careke din tekezî li ser amadehî û îradeya siyasî ya serkirdatiya payebilind a Ermenîstanê ji bo pêşxistin û kûrtirkirina peywendiyan ligel cînare me ya baş Komara Îslamî ya Îranê bi ruhê rêzgirtin û şirîkatiya her du aliyan, bikim.