PoliticsTop

Di vê demê de astenga herî mezin a li pêşiya aştiyê kiryarên êrîşkar û neqanûnî yên Azerbaycanê ne: Paşînyan

Ermenîstanê îspat kiriye, ku hikûmet û gel xwedî îradeyeke rast in, ku li herêmê aştiyeke bi îstîkrar pêk bînin. Hikûmeta Ermenîstanê di wê baweriyê de ye, ku aştiya domdar li Kafkasya Başûr dikare feydeyên girîng ên cîhanî bi xwe re bîne.

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di gotara xwe ya ku di kovara “Le Monde” ya Fransî de hat weşandin de, behsa hevdîtina 15ê Tîrmehê ya bi Serokê Konseya Ewropayê Şarles Mîşel û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev re kir, ku ev hevdîtina dawîn a ji rêze hevdîtinên bi Serokomarê Azerbaycanê re di formatên cuda û li paytextên cuda yên çar mehên borî de ye.

“Tevî ku konturên peymana aştiyê çêdibin, dîsa jî astengiyên girîng hene ji bo pêkanîna wê. Derbaskirina van astengiyên deh salan wê tenê bi piştevaniya xurt a hevparên, ku bi rastî ji aştiya li Kafkasya Başûr bawer dikin, pêkan be:” Paşînyan diyar kir.

Li gorî wî, astengiya herî mezin a li pêşiya aştiyê niha kiryarên êrîşker û neqanûnî yên Azerbaycanê li derdora Qerebaxê, bi taybetî li Korîdora Laçînê û herwiha li ser sînorên Ermenîstanê ye. Korîdora Laçînê tekane rêye, ku Ermenîyên Qerebaxê bi cîhana derve ve girêdide. Ji Kanuna Pêşinê û vir ve, Azerbeycanê bi hinceta derew a protestên hawirdorê ketina korîdorê bi tundî qedexe kiriye. “Amnesty International”, “Human Rights Watch”, Parlamentoya Ewropayê, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û saziyên din ên bibandor li ser geşedana krîza mirovî hişyarî dan.

“Azerbaycan bi astengkirina hatinûçûna gel û wesayîtan, bi zanebûn gihandina gaz û elektrîkê ya Qerebaxê asteng dike. Ev kiryaran hevdem bûyne ligel axaftinên tund, propaganda û heta gulebarana hêzên Azerî li ser cotkarên deverê. Armanc hêsan e: ji bo ku jiyana xelkê Qerebaxê bi qasî ku pêkane zehmet bike û di dawiyê de wan neçar bike, ku malên xwe biterikînin. Nimûneyeke ji pirtûka dersê ya paqijiya etnîkî ye. Ger civaka navneteweyî bertek nîşan nede, ev yek wê bibe têkçûneke din a mirovahiyê:” got serokwezîrê Komara Ermenîstanê.

Li gorî Paşînyan, divê civaka navneteweyî gavên wêrek bavêje ji bo bidawîkirina dorpêçkirina Qerebaxê ya bi şêweya Sarajevoyê. Abloqe binpêkirina erkên Azerbaycanê yên bi qanûnî ye û ya herî girîng jî binpêkirina gelek biryarên bi vî rengî yên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ye. Di meha Sibatê de, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ragihand ku Azerbaycan divê “hemû tedbîrên pêwîst bigire ji bo garantîkirina tevgera bênavber a hemwelatiyan, wesayît û barhilgiran di nav Korîdora Laçîn de, di her du aliyan de.” Lê belê pênc meh derbas bûn û rewş xerabtir bû. Yekîtiya Ewropayê eşkere kir, ku kiryarên Azerbaycanê nayên qebûlkirin. Divê YE niha hêza xwe bikar bîne, da ku zextê li Bakûyê bike, wekî şirîkê enerjiyê, ji bo cîbicîkirina biryara mecbûrî ya Dîwana Edaletê ya Navneteweyî. Parlementa Ewropî û parlementên cuda yên neteweyî yên welatên endamên Yekîtiya Ewropî biryarên, ku YE teşwîq dikin, ku vê yekê bike, qebûl kirin.

“Krîza heyî eşkere dike ku çima misogerkirina maf û ewlehiya 120,000 Ermenîyên Qarabaxê li Başûrê Kafkasyayê ji bo bidestxistina aştiya domdarm, girîng e. Yekîtiya Ewrûpa û hevkarên din ên navneteweyî xwedî rolek girîng in. Divê di navbera desthilatdarên, ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin li Bakûyê û paytexta Qarabaxê , Stepanakertê, diyalogeke fermî hebe, lê ji bo bibandorbûna wê pêwîstî bi çêkirina mekanîzmayeke navneteweyî û garantîkirina ji hevkarên navneteweyî, heye:” got serokwezîr.

Li gorî wî maf û ewlehiya gelên, ku li Qerebaxê dijîn, mijareke sereke ye, ku divê were çareserkirin, da ku li herêma me aştiyeke bi rûmet û mayînde pêk were. Divê pirsgirêkên din jî bên çareserkirin. Azerbaycan hîn jî qebûl nake, ku sînorên navneteweyî yên pejirandî nas bike, beşek ji axa serwerî ya Komara Ermenîstanê dagir dike û dîlên şer, digire, ku ew mecbûr bû di sala 2020 de vegeranda, hê girtîne . Divê ev yek neyê qebûlkirin. Nebe, ku hêzên Azerî, yên ku Qerebaxê dorpêç kirine, wê bawer bikin ku ew azad in û dikarin bê ceza tevbigerin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button