
Wezîrê Aboriyê yê Komara Ermenîstanê Vahan Kerobyan li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsî:
“Di dema “Gastro Business Expo & Forum” de, min serkeftin û nîşaneyên bilind ên, ku îsal di warên xwarin û tûrîzmê de hatine tomar kirin, pêşkêş kirin.
Di salek de hejmara karmendên xwaringeha giştî bi qasî 20% zêde bûye û niha nêzîkî 30 hezar kes di sektorê de mijûl in.
Di warê tûrîzmê de îsal jî mezinbûneke bilind hat tomarkirin. Ger hejmara kesên, ku di 6 mehên ewil ên sala 2022’an de serdana Ermenîstanê kirine ji 600 hezarî kêmtir be, di sala niha de ev rêje ji milyonek geştyarî zêdetir bûye. Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya salê ev hejmar ji 2 milyonî derbas bibe.
Dewlet ji bo pêşxistina binesaziya tûrîzmê jî veberhênanên mezin dike û di demek nêz de hikûmet plan dike ku 20 navendên tûrîzmê pêş bixe.