PoliticsTop

Ararat Mîrzoyan wê di 25ê Tîrmehê de bi Wezîrên Derve yên Rûsya û Azerbaycanê re bicive

Wezîrên karên derve yên Ermenîstan, Rûsya û Azerbaycanê wê di 25ê Tîrmehê de li Moskowê civîneke sêalî pêk bînin. Ev ji hêla Wezareta Karên Derve ya Federasyona Rûsyayê ve hatî ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bilî hevdîtinên sêalî, wê di navbera Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan û Sergey Lavrov, û Lavrov û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov de jî hevdîtinên dualî bên kirin.

“Wezîrên karên derve wê riyên kêmkirina aloziya li derdora Qerebaxê analîz bikin, herwiha wê pêkanîna rêkeftinên sê alî yên di navbera serokên Rûsya, Azerbaycan û Ermenistanê de yen ku di 9ê Çiriya Paşina 2020ê, 11ê Kanuna Paşin, 26ê Çiriya Paşina 2021ê, û 31ê Çiriya Pêşina 2022an de hatne îmzekirin, çalak bikin. Wê balek taybetî ji bo amadekirina peymana aştiyê ya di navbera Baku û Êrîvanê de, ji bo lêgerîna çareseriyên ji bo pirsgirêkên mayî were dayîn. Her wiha wezîr wê mijarên din ên sereke yên lihevkirina Ermenîstan û Azerbaycanê, ji wan vekirina kanalên ragihandinê yên veguhestinê li herêmê, diyarkirina sînorên di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê, peywendiyên gel û pisporan û destpêkirina diyaloga parlemanî, gotûbêj bikin:” di daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê de tê gotin.

Wezaretê her wiha da zanîn, ku di hevdîtinên dualî de, mijarên aktûel ên rojeva Ermenî-Rûsya û Rûsya-Azerbaycanê ku girêdayî qadên siyasî, bazirganî-aborî û mirovî ne, wê bi Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê re bên gotûbêjkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button