
11 rêxistinên rojnamevanî yên Ermenîstanê bang li hevkarên, ku beşdarî di Foruma Medyaya Şûşîê de kirin û dan zanîn, ku îrade û israra wan dikare bibe sedema şikandina xitimandina rewşa niha ya herêmê û destnîşan kirin, ku di wê baweriyê de ne, ku ev qonaxa ku di dîroka rojnamegeriyê de xuya ye, dikare roleke girîng ji bo paşeroja navûdengê pîşeyê bi giştî bilîze.
Rêxistinên rojnamevanî yên Ermenistanê jî pirsiyar kirin, ku gelo erka pîşeyî ya beşdarên foruma medyayî wan nahêle ku daxwaza îmkana tevgera azad ji rayedarên Azerbaycanê bikin, da ku ew karesata Artsaxê bi çavên xwa bibînin?
Nivîsarê de tê gotin:
“Em rêxistinên, ku li jêr îmza dikin, tu pirsek nadin serkirdayetiya welatêk, ku di rêzbendiya navneteweyî ya azadiya axaftinê de di yek ji cihên dawî de ye , lêbelê, li wê welatê, ku di 22-23 Tîrmehê de forumek a çapemenî ya hêja tê derbaskirin. Ti pirsiyara me ji organîzatorê vê çalakiyê, Ajansa Geşepêdana Ragihandinê ya Azerbaycanê nîne, ku piştgiriya hemû destpêşxeriyên hikûmetê yên sînordarkirina azadiya gotinê dike û bi rêkûpêk rêxistinên mafên mirovan, yên ku rexne li binpêkirina girseyî ya mafên rojnamevanan li wî welatî dikin, tawanbar dike. Mixabin, êdî ti pirsên me ji medyayên naskirî û strukturên pîşeyî yên ku nûnerên xwe şandine ji bo beşdarbûna Foruma Şûşî tune ne, bûyerek ku yekane armanca wê meşrûkirina siyaseta derve û navxweyî ya Bakûyê ye, ku li dijî nirxên bingehîn ên cîhana şaristanî ye: ev cure bêprensîb ji bo gelek kesan bûye tiştekî asayî.
Pirsa me ji hevalên me yên rojnamevan re ye, ku ji mêvanperweriya bi comerdî ya rejîma Aliyev kêfxweş dibin û çend kîlometran dûrî bajar û gundên Qerebaxa Çiya ne , ku zêdetirî heft mehan e ji cîhana derve dûre. Li cihê ku bi hezaran kes ji demeke dirêj ve ji xwarinên bingehîn bêpar mane, ku ji ber nebûna elektirîkê dabînkirina avê di bin metirsiyê de ye… Ma peywira we ya pîşeyî we nahêle, ku hûn daxwaza azadiya tevgerê ji rayedarên Azerbaycanê bikin, da ku hûn bi çavên xwe trajediya, qîjan re peydakirina paralelan bi cîhana nûjen re ne ewqas hêsan e, bibînin. Ma êdî peywira medyayê ne ew e ku astengên agahdarkirinê bişkîne dema ku agahdariya li ser tiştê ku diqewime hema hema tenê ji çavkaniyên alîgir tê? Ma we biryar da, ku hûn van argumanan “fêm bikin”, ku xwediyên Forumê wê bi kêfxweşî alîkariya we bikin, ku hûn di çend deqeyan de riya Stepanakert, paytexta Qerebaxa Çiya derbas bibin, lê serkirdayetiya ermenî ya herêmî an aştîparêzên rûs destûr nadin, ku hûn derbas bibin?
Di vê navberê de, îrade û israra we dikare bibe alîkar, ji bo şikandina xitimandina rewşa niha ya herêmê. Em piştrast in, ku ev qonaxa, ku di dîroka rojnamevariyê de xuya dike, dikare rolek girîng ji bo navûdengê pêşerojê ya pîşeya me bi tevahî bilîze.”