PoliticsTop

Li ser fona hewldana serhildanê ya li Rûsyayê, şirovekar pêşbînî dikin, ku bûyerên sala 1915-an dubare bibin: Paşînyan

Li cîhanê tu rêxistin ne ebedî ye û her welatek li gorî berjewendiyên xwe biryarê dide. Di hevpeyvînekê de ligel ajansa “France-Presse” Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bersiva pirsa rojnamevan da, ku gelo ew îhtîmala derketina ji RPEK dibîne yan na.

“Pirsgirêka me ya bi pêkanîn û bikêrhatina erkên RPEK re heye, em van mijaran bi şirîkên xwe re bi zelalî nîqaş dikin. Di rastiyê de pirs ne ew e ku Ermenîstan ji RPEK derkeve yan na, lê pirs ew e ku RPEK ji Ermenîstanê derkeve yan na. Gelek pisporên serbixwe bi rêkûpêk rapor ji min re dişînin, ku pêvajo nîşan dide, ku RPEK ji Komara Ermenîstanê derdikeve. Her wiha Rûsya ji herêmê derdikeve. Helbet ew ji cureyê fantaziyê xuya dike, lê mixabin gelê me ew çîrok dîtiye:” got Paşînyan.

“Heta ew welatên, ku mafên mirovan, peymana Neteweyên Yekbûyî, demokrasî ji bo xwe wek pêşanî dihesibînin… niha em dixwazin bibêjin gelo hemû ew welatên, ku têkiliyên me yên dostane bi wan re hene, ji bo derbaskirina qeyrana mirovî ya li Qerebaxê çi ji destên wan tê, dikin?” Ez rasterast ji we re bêjim, na, û ji ber sedemên cuda: yek gazê dikire, yê din petrolê dikire, lê ji aliyê din ve, wekî em bêjin, ku tiştekî nakin, ev jî ne rast e.”

Serokwezîrê Ermenîstanê got, ku pisporên serbixwe bi berdewamî raporan ji wî re dişînin û tê de tê gotin, ku RPEK ji Ermenîstanê derdikeve, an jî Rûsya bi giştî ji herêmê derdikeve.

“Helbet ew ji cureyê fantaziyê xuya dike, lê mixabin, gelê me ew çîrok dîtiye. Axir, sedema Komkujiya Ermenîyan a sala 1915an çi bû? Ji ber rewşa aloz û di bin zexta pirsgirêkên navxweyî de, Împaratoriya Rûsyayê neçar ma, ku herêmê biterikîne û Ermenîyên, ku bijarteyeke zelal a jeopolîtîk kirin, bi Tirkiyeyê re bi tenê man:” got Paşînyan.

Paşînyan destnîşan kir, ku bi dehan encamên analîtîk standye û diyar kir ku bûyerên di nava 1,5 rojan de li Federasyona Rûsyayê diqewimin wê biba sedema vekişîna bi darê zorê ya Federasyona Rûsyayê ji herêmê û dûbarekirina senaryoya 1915an. Lê di sala 1915’an de ermenî xwedî dewlet nebûne , lê niha xwedî dewletin. Derfetek ji bo birêvebirina rîskan jî heye, lê ji bo Ermenîstanê ne hêsan e, ji ber ku herêmê de hin rastî hene. Tirkiye û Îran wê neçin cihekî, lê lîstikvanên jeopolîtîk dikarin herin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button