EconomicsTop

Li gorî pêşbîniya Banka Pêşketinê ya Asyayê, di sala 2023’an de GDP ya Ermenîstanê wê 6,5 % zêde bibe

Banka Pêşketinê ya Asyayê pêşbîniya mezinbûna GDP ya Ermenîstanê di sala 2023an de di asta 6,5% de hişt. Ev beş di lêkolîna aborî ya meha Tîrmehê ya bankê de tê behs kirin.

Li gorî daneyên bankayê enflasyon li Ermenîstanê û her wiha li Gurcistana cînar bi awayekî berçav kêm dibe. Di Hezîrana 2022-an de, ew bû 10,3%, û di Hezîrana 2023-an de, ji 2017-an û vir ve cara pêşê neyînî bû (-0,5%). Di encamê de Bankeya Navendî ya Ermenîstanê di salekê de cara ewil rêjeya faîza sereke ji 10,75% daxist 10,5%an.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button