PoliticsTop

Bawerî nabê wateya garantîkirina encamê: Paşînyan derbarê muzakereyên aştiyê de

Bawerî nabê wê wateyê, ku em garantî dikin, ku em ê bigihîjin encamê. Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di hevpeyvînekê de ligel ajansa France-Press, li ser pirsa gelo baweriya wî bi aştiyeke bi îstiqrar bi Azerbaycanê re heye yan na, got.

“Eger min bawer nekira, ez beşdarî pêvajoya muzakereyan nedibûm. Lê ev ne tenê bi min ve girêdayî ye, bi helwestên serokkomarê Azerbaycanê ve jî girêdayî ye. Em di valahiyekê de danûstandinan nakin: rewşek navneteweyî, jeopolîtîk, mirovahî jî heye, di dawiyê de jî rewşek siyasî û navxweyî heye. Ev hemû bandorê li pêvajoya normal dike:” Nîkol Paşînyan ragihand.

Li gorî wî, gotinên êrîşkar ên berdewam ên Azerbaycanê, gotinên nefretê yên li hember Ermenîyan û her wiha siyaseta tolhildanê ya li hember Ermenîyên Qerebaxa Çiya , bi giranî bandorê li pêvajoya danûstandinan dike. Wî bi bîr xist, ku niha li Qerebaxê qeyraneke mirovî heye: kêmbûna xwarin û pêdiviyên bingehîn heye.

“Li Qerebaxê reşbînî her ku diçe zêde dibe, lê em di wê baweriyê de ne, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya tekane muzakere ye. Lêbelê, heke pirsgirêk bi van danûstandinan neyên çareser kirin, wê hingê ev muzakere dikarin bi wek firotana saetan bêne hesibandin. Ev rîsk in, ku rasterast an nerasterast bandorê li pêvajoyê dikin:” Paşînyan got.

Li ser bêhevberbûna hêzan, ger em Stepanakert û Bakûyê li ber hev bihêlin, li gorî wî, tirsa wê heye, ku Baku tevbigere wek monolog , ne diyalog.

“Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne, ku divê ev diyalog di çarçoveya pîvanên navneteweyî de pêk were. Azerbaycan beşdarbûna Ermenîstanê di vê pêvajoyê de weke daxwazî ​​yan jî destdirêjî li ser yekparçeyiya axa xwe dibîne. Di vê çarçoveyê de axaftin çêker dernakeve:” Paşînyan tekez kir.

Derbarê vegerandina şer de jî, li gorî wî, eger peymana aştiyê ji aliyê parlamentoyên her du welatan ve nehatibe îmzekirin û pesendkirin, helbet îhtimaleke mezin a şer heye.

“Di wateya rast de, her roj li ser sînorê Ermenîstan û Azerbaycanê binpêkirina agirbestê tê kirin. “Di 5 salên serokwezîrtiya min de herî zêde 2-3 roj agirbest ne hatyê binpêkirin. Yek ji wan rojan jî 11’ê Çiriya Paşina 2020’an e:” Serokwezîrê Komara Ermenîstanê piştrast kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button