
Parlamentoya Ewropayê biryara di 13’ê Tîrmehê de derbarê pêşniyarên ji bo reforma şefafî, berpirsyarî û rêgezên têkoşîna li dijî gendeliyê ku behsa Azerbaycanê jî dike, weşandîe.
Di nav binpêkirinên ku ji aliyê welat û rêxistinên din ve hatine kirin de, di xalên biryarnameyê de jî hatiye gotin ku Azerbaycanê kiryarên ku dibe sedema gumanên maqûl ên bandor û gendelî yên berfireh li dijî parlamenterên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê pêk anîne.
Her wiha tê gotin ku Azerbaycanê kariye rê li lêpirsînên têkildarî hilbijartinên xwe bigire û binpêkirinên mafên mirovan jî veşartîe.