All NewsTop

Ermenistan dê nebe hawîrdora dorpêçkirina cezayan. Wezîrê karên derve yê Ermenistanê

Ermenistan dê nebe hawîrdora dorpêçkirina cezayan. Welat ne tenê bi rayedarên têkildar ên Yekîtiya Ewropî re, lê her weha bi DY û hemî aliyên eleqedar re pir nêzîk û zelal dixebite.

Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Federal ê Avûsturya Alêxandêr Şalênberg ra li Vîyanayê di civîna çapemeniyê de daxuyanî daye. Wî teqez kir ku hukûmeta Ermenîstanê bi biryar e ku ji çêkirina hawîrdorek ku tê de mueyîdeyên ji holê werin rakirin dûr bixe.

Rojnamevan di pirsa xwe ya ji wezîr Ararat Mîrzoyan de, behsa têkiliyên bazirganiyê kirîe, bi taybetî jî rojnameya “Financial Times” ku dibêje, hejmarek ji erebeyên bi kar ji nû ve bi rêya Ermenistanê tên hinardekirin bo Federasyona Rûsyayê. “Gelo hûn difikirin ku ev dikare wekî dorpêçkirina muhtemel a cezayan were dîtin û gelo hûn ji cezayên muhtemel ên Yekîtiya Ewropî yên li dijî welatê we nîgeran in?”

Ararat Mîrzoyan wiha bersiv daye: “Bêguman vî şerî hem bandorek erênî hem jî neyînî li aboriya Ermenistanê kirîe. Lê ji ber ku hûn behsa sizayan dikin, ez dixwazim careke din bi eşkereyî û bi dengekî bilind hemû kesên ku bi vê pirsan ra eleqedar in, piştrast bikim ku Ermenistan dê nebe hawîrdora dorpêçkirina cezayan. Em ne tenê bi rayedarên peywendîdar ên Yekîtiya Ewropî re, lê her weha bi DY û hemî aliyên peywendîdar re pir ji nêz ve û zelal dixebitin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button