Gelek pirsgirêkên girêdayî parastina mafên mirovan li Azerbaycanê yan jî nebûna van mafan bi giştî Azeriyan teşwîq dike ku ji bo veşartina van hemûyan çalakiyên taybet pêk bînin. Ji bo ku îmajek sexte çêbikin, bertîl didin parlementerên Ewrûpayê. Berê skandalên naskirî hatibûn tomarkirin ku jê re digotin “dîplomasiya cavya”, ji ber ku rewşa bertîlê bandoreke girîng li ser nêrîn, axaftin, nêzîkatî, belavok û raporên gelek parlamenterên Ewropî kiriye.
Pisporê Azerî, namzetê zanistên dîrokî, endamê berê yê heyeta Ermenîstanê ya li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tatêv Hayrapêtyan, ev tişt anî ziman ku Azerbaycanê bi bertîlê dide parlamenterên Ewropayê.