
Serokê Sênatoya Fransayê Cêrard Larşên ragihandîe ku pêwîst e Fransa çekên parastinê bide Ermenîstanê. Larşên li ser rûpela xwe ya Twitterê li ser vê yekê nivîsand.
“Ez daxwaz dikim ku demildest Korîdora Laçîn a ku Ermenistan û Qerebaxê girêdide were vekirin û ji bo ewlekariya Ermenistanê dayîna çekên parastinê yên Fransayê ji Ermenistanê re bileztir bibe.”
Larşên piştî hevdîtina bi Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan ra nivîsîe.