
Wezîrê Dewletê yê Komara Artsaxê Gûrgên Nêrsîsyan li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand ku li Artsaxê tevgereke gel a bêdem dest pê dike.
“Di encama dîlgirtina Azerbaycanê de gelê Artsaxê û girtina rêya ku wê bi Ermenîstanê re girêdide, rewşa mirovî li Artsaxê roj bi roj xirabtir dibe û ger wiha berdewam bike dê encamên giran û nevegera me hebin, ku em nikarin rê bidin. Ji ber vê yekê em ji sibê ve dest bi tevgereke gelêrî ya bêdem dikin.” Wezîrê Dewletê diyar kirîe.







