
Di derbarê aştîparêzên rûsî yên li Stêpanakêrtê da, hêviyên ku li wir hebûn mera xaş naê. Yek ji pirsgirêkan jî ew e ku girtina Korîdora Laçînê pirsgirêkek pir giran e. Sekreterê Encumena Ermenîstanê Armên Grîgoryan di hevpeyvîna xwe ya bi “Dengê Amerîka” re ev tişt gotîe.
Bi gotina wî, di peymana sê alî ya 9ê çirîa paşin da, ti hebûna Azerbaycanê di korîdora Laçînê de pêşbînî nedikir û erkê hêzên aştîparêz bû ku di rêya Laçînê re tevgera azad xaî bikin.
“Îro guheztineke wisa nîne û hêviya me ew e ku hêzên aştîxwaz bi tevahî erka xwe bi cih bînin û gelên li Qerebaxê dijîn rûbirûyê qeyraneke mirovî ya wiha nebin, ji ber ku qeyrana berdewam kûrtir dibe. Di van demên dawî de korîdor bi temamî hatîe girtinê, tevgera baran tune. Hêviya sereke ew e ku aştîparêz di çarçoveya erka xwe de erkên xwe pêk bînin, ango ewlekariya Ermeniyên li Qerebaxa Çiya dijîn xay bikin.”-Sekreterê Encumena Ewlekariyê gotîe.







