
Di 12ê Tîrmehê de, çaremîn civîna komîsyona dewletê ya diyarkirina sînorên dewletê yên di navbera Komara Azerbaycan û Komara Ermenistanê de, li ser sînorên Komara Azerbaycan û Komara Ermenistanê bi serokatiya cîgirê serokwezîr ê Ermenîstanê Mhêr Grîgoryan û Alîkarê Serokwezîrê Komara Azerbaycanê Şahîn Mûstafaêv ra hatîe lidarxistinê, Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê ragihandîe.
Li gor lihevkirinên ku li ser asta serkirdeyên Komara Ermenîstan û Komara Azerbaycanê di formên cuda de hatine kirin, aliyan di berdewamiya axaftinên xwe de li ser pirsên xêzkirina sînoran, çend pirsên rêxistinî û prosedurî gotûbêj kirine.
Herwiha aliyan li ser diyarkirina roj û cihê civîna bê ya komîsyonan li hev kirine.