PoliticsTop

Serokwezîr Paşînyan bi Anthonî Blînken re bi telefonê axivî

Nîkol Paşînyan bi Anthonî Blînken re bi telefonê axivî. Weke ku ji aliyê hikûmeta Komara Ermenîstanê ve hatiye agahdarkirin, di hevdîtinê de rewşa herêmê, danûstandinên berdewam yên li ser peymana aştiyê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de, gavên pêwîst ji bo dabînkirina maf û ewlehiya ermenîyên Qerebaxa Çiya, pêwîstiya diyaloga Baku-Stepanakert bi tevlêbûna navneteweyî, hate gotubejkirin.

Serokwezîr Paşînyan li ser kûrbûna kirîza mirovî li Qerebaxê, ya ku ji ber blokekirina neyasayî ya Azerbaycanê li ser Korîdora Laçînê derketiye û gavên pêwîst ji bo derbaskirina wê, anî ziman.

Alî tekezî li ser pêwîstiya hewlên berdewam bo dabînkirina aramî û aştiyê li navçeyê kirin.

Serokwezîr Paşînyan pabendbûna hikûmeta Komara Ermenîstanê ya ji bo rojeva aştiyê dubare kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button