TopWorld

Piştî hilbijartinê Erdogan dîplomasiyê zêde dike û balê dikişîne ser veberhênanên welatên Kendava Farsê û Sûriyê

Serokkomarê Tirkyê Recep Tayyîp Erdogan, ku di hilbijartinan de bi ser ket, niha li Rojhilata Navîn dîplomasiyê aktîf dike. Wî bal kişand ser kişandina sermayeguzariyên welatên Kendava Farsê û avakirina peywendiyan ligel Misir û Sûriyê. Di gotera Fehîm Taştekîn de, ku di Al Monitorê de hatiye weşandin , ev tişt tê gotin.

Wî da zanîn ku, dosyaya Sûriyê di rojeva danûstandinên dualî de cihekî girîng girtiye. Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Safadî roja Sêşemê serdana Enqerê kir, rojek piştî hevdîtina Serokê Sûriyê Beşar Esed û Wezîrê Derve Feysel Mekdad li Şamê.

Hewldana Enqereyê ji bo normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re bi navbeynkariya Moskowê, li gorî hewildanên Urdunê ye, ku barê xwe yê penaberan biavêje, şerê qaçaxçiya narkotîkê ji Sûriyê bike û ewlehiya sînor baştir bike.

Herwiha di meha Gulanê de jî, grûpa peywendîyên Komkara Dewletên Erebî li Urdinê civiyan, ku rê li ber vegera Sûriyê bo Komkara Erebî vekir.

Di danûstandinên bi Sûriyê re di hevdîtinên çaralî yên Rûsya û Îranê de, Tirkiyê tekezî li ser wê yekê kir, ku hêsankirina vegerandina penaberan divê yekem be, di heman demê de Şamê bang li Enqerê kir, ku leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne û piştgiriya komên “terorîst” rawestîne ji bo normalkirina têkiliyan.

Medya dinivîse, ku ji bo bicihkirina penaberan, Erdogan pêşniyar kir, ku bi piştevaniya darayî ya navneteweyî li hundirê Sûriyê, li herêmeke ewle li ser sînorê Tirkiyê, wargehên nû ava bikin. Lê ji ber ku vê fikrê piştgiriyeke berfireh bi dest nexist, Tirkiye bi pereyên Qeter û Kuweytê li herêmên di bin kontrola artêşa Tirk de xaniyên nû ava kir. Bi fînansekirina welatên Kendava Farsê , Çareserkirina peywendiyên bi Sûriyê re dikare beşdarî van hewldanan bibe.

Lêbelê, cezayên Amerîka û Ewropî hîna astenga sereke ya ji nû ve avakirina Sûriyê ye. Tirkiye û Urdun dikarin li ser alîkariyên mirovî bi hev re hewl bidin, ku pirsgirêka penaberan çareser bikin, ku bandorê li Ewropayê jî dike.

Hewldanên Sûriyê ji bo pêşdebirina peywendiyên aborî bi welatên erebî re, di serî de Erebistana Siûdî, piştî vegera bo Yekîtiya Dewletên Ereb zêde dibin. Heya niha piraniya van hewldanan negihîştiye projeyên şênber û rastî nerazîbûnên sivik ên Rojava hatine.

Li ser zarê televîzyona Sûriyê ya opozisyonê, Taştekîn diyar kir, ku Safadî ji rayedarên Tirkiyê re gotiye, Urdun amade ye danûstandinên mîna pêvajoya Astanayê bi armanca çareserkirina krîza Sûriyê qebûl bike. Herwiha, wî pêşniyar kir ku li ser mekanîzmayên vekirina rêyên navdewletî yên Sûriyê, rêyên sereke yên M4 û M5, gotûbêj bikin. Urdun hewl dide rola navbeynkar di navbera Enqere û Şamê de bigire û li şûna Rûsyayê bigire.

Nivîskarê gotarê dide zanîn, ku tê çaverêkirin, ku Erdogan, ji ber aloziya aborî ya navxweyî , di rojên pêş de wê serdana Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî û Qeterê bike. Enqere hêvî dike ku heta 25 milyar dolar razemenî ji welatên Kendava Farsê bikişîne. Erdogan herwiha hêvî dike ku pereyên Ereban ji bo avakirina xaniyan li Sûriyê bikşîne.

Nîşaneke din a geşbûna pozîsyona cîhana erebî di pêwendiyên derve yên Tirkiyê de jî ew e, ku Wezîrê Derve Hakan Fîdan di çarçoveya civîna roja borî ya li Bakûyê de bi hemtayên xwe yên Iraqî, Kuweytî û Cezayîrî re hevdîtin pêk anî.

Di heman demê de, asayîkirina peywendiyên Tirkiyê bi Misrê re, bi ragihandina ku her du welatan balyozên xwe destnîşan kirin ji bo vegerandina têkiliyên dîplomatîk ên bi tevahî piştî şikestinek deh salan li ser derxistina Birayên Misilman li Misrê, bi dawî bû. Rayedarên Tirkiyê radigihînin, ku ji bo hevdîtina Erdogan û Serokomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî, lihevkirinek çêbûye. Bi lihevhatina bi Sîsî re, ku wî jê re “pûtşîst” û “kujer” bi nav kir, Erdogan hêvî dike ku îzolasyona Tirkiyê di nakokiyên li ser mafên lêgerîna enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî sivik bike.

Di her rewşê de, Qahîre hişyar dimîne, wekî ku ji destpêka nêzîkbûnê ve ye. Li gel tayînkirina balyozan, dîsa jî neçar e ku ronahiya kesk bide çend pêkhateyên hikûmeta Tirkiyê, ku vegerin Misrê.

“Bi vekirina rûpelên nû bi hikûmetên Ereban re, Erdogan bi gelemperî dirûşma ‘serketinê’ dişopîne, lê kiryarên wî di esasê xwe de zivirîn in bi hêviya ku qulên aborî yên Tirkiyê bi pereyên Ereban vebike. Rûpelên nû yên li herêmên pevçûnan ên wekî Sûriye û Lîbyayê jî hewceyî guhertinan in.” Taştekîn dinvîse.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button