
Sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Ermenîstanê Armen Grîgoryan bi Alîkara Wezîrê Parastinê ya Amerîkayê Laura Cûper re hevdîtinek kir. Li gorî Armenpress, Armen Grîgoryan li ser rûpela xwe ya “Facebook”ê li ser vê yekê nivîsî.
“Di hevdîtinê de me li ser pêkanîna bernameyên perwerdehiya Ermenî-Amerîkî yên di warê parastinê de, pêvajoya çaksaziyê ya Hêzên Çekdar ên Komara Ermenîstanê gotûbêj kir. Di çarçoveya vê dawiyê de, min hewldanên Komara Ermenîstanê ya ji bo rêveberiya demokratîk a Hêzên Çekdar ên Komara Ermenîstanê pêşkêş kir. Me li ser mijarên din ên hevkariyên dualî yên di warê parastinê de axvîn.”







