All NewsTop

Du xuşkên êzîdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin hatin rizgarkirin

Ofîsa Karûbarên Êzîdiyan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 11ê Tîrmehê ragihand, ku du jinên din ên êzîdî ji destê koma têrorîstan Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji koletiyê hatine rizgarkirin.

“Em dikarin piştrast bikin ku du keçên din ên êzdî Aliya Xelef Xidir û Baza Xelef Xidir ji destê terorîstên DIŞIê hatin rizgarkirin. Ew di sala 2014an de li Şingalê hatibûn revandin:” Serokê dezgehê Husên Qaidî di hevpeyvînekê de ligel “BasNews” got.

Di dema kontrolkirina devera êzîdîan ya Şingalê ji aliyê terorîstên DIŞIê ve, hejmareke berçav ji xelkê bêguneh bûne qurbaniyên kuştinên hovane û koletiya li ser bingeha neteweya xwe. Ji 6 417 êzîdiyên ku hatine revandin, 3 570 kes rizgar bûne. Çarenûsa girtiyên mayî heta îro ne diyar e.

Kiryarên jenosîdê yên ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî civaka Êzidî hatiye kirin, rûxandina bi zanebûn 68 pîrozgehên Êzidiyan e. Nêzîkî 400,000 Êzidî bûne penaber

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button