PoliticsTop

Di kongreya Amerîkayê de pêşniyar hat kirin, ku alîkariya leşkerî ya ji Azerbaycanê re tê kirin, asteng bikin û cezayan bi kar bînin

Nîqaşên li ser “Qanûna Desthilata Parastina Neteweyî” wê di demeke nêz de li Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest pê bikin. Komîteya ermenî 13 guhertin pêşniyar kirin.

Komîteya Rêzikên Meclisa Dewletên Yekbûyî wê di 11ê Tîrmehê de çend guhertinên qanûnî yên pêşniyarkirî yên Qanûna Destûrnameya Parastina Neteweyî (NDAA) ya 2024-an binirxîne, di nav wan de zêdetirî deh destpêşxeriyên kanunên alîgirê Ermenîstanê hene, ku ji hêla endamên Komîteya Ermenî ya Kongreyê ve hatine pêşniyar kirin.

Guhertin wê di Komîteya Rêziknameyê de bên nîqaşkirin. Piştî rûniştinên komîteyê, ji bo dengdana dawîn wê di pakêtên cuda de bêne kom kirin.

Zêdetirî 1300 guhertin hatine pêşniyar kirin, ku 13 ji wan qanûnên alîgirê Ermenîstanê ne.

Endamên kongreyê yen Demokrat û Komarî piştgiriya xwe ji bo van biryaran anîne ziman. Wê xebatan bidomînin û hefteya bê dê diyar bibe, ku ji wan guhertinan wê li Meclisa Nûneran kîjan guhertin bên nîqaşkirin.”

Guhertinên, ku di Komîteya Rêziknameyê de hatine pejirandin wê di komîteyên Meclîsê û lijneyên jêrîn de werin nirxandin.

Dema ku mijar dibe ewlehî û berevaniya Amerîkayê, komîteyên berevaniyê yên Senatoya Amerîkayê û Meclisa Nûneran di dema gotûbêjan de giringiyê didin. Di heman demê de cihê komîteyên têkiliyên derve jî yê bingehîn di amadekirina vê pêşnûmeya girîng de heye. Komîsyonên veqetandinê jî di nav aktorên sereke de ne, ku wê mîqdara veqetandinên derveyî diyar bikin.

Bi giştî, pejirandina vê belgeya girîng a berevaniyê ya Dewletên Yekbûyî, digel guhertinan, pêvajoyek qanûnî ya dirêj e.

Di nav guhertinên ku ji aliyê endamên komîteya Ermenîstanê ve hatine pêşniyarkirin de pêşnûmeyên qanûnî yên li ser mijara astengkirina korîdora Laçînê jî hene.

Guhertinên din jî hatin pêşkêşkirin: Astengkirina alîkariya leşkerî ya ji bo Azerbaycanê, sepandina biryara 907, sepandina cezayên li ser Azerbeycanê.

Di sê pêşnûmeyên cuda yên ku ji aliyê Kongresman Adam Schiff ve hatine pêşniyarkirin, ew behsa parastina mafê çarenûsî yê Ermeniyên Qerebaxê dike, bang li Azerbaycanê dike ku “demildest girtiyên ermenî yên şer serbest berde” û daxwaza qedexekirina firotina çekên êrîşkar ji Azerbaycanê re dike heta ku Bakû “xetera hêzê ya li dijî Ermenistan û Qerebaxê rawestîne”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button