PoliticsTop

Mexrî xeta sor e, li Mexrî korîdor nabe: parlamentar

Parlamenterê Fraksiyona”Peymana Sivîl” a Meclisa Neteweyî ya desthilatdar Gagîk Melkonyan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya re got, ku ji bo Ermenîstanê û gelê Ermenî Mexrî xeta sor e, li Mexrî korîdor nabe. Daxwaza Rûsyayê ew e, ku hêzên Servîsa Ewlekariya Federal li ser rêya, ku Azerbaycanê bi Naxîçevanê ve girêdide, bi cih bike.

Li gor Melkonyan rê û têkilî dikarin bên vekirin, lê divê di bin destê Ermenîstanê de bin, ne li bin destê Rûsan.

Parlamentar bi bîr dixe, ku Rûsan li ser rêyên Yeghegnadzor û Jermûkê baregehên xwe danîn , leşkeran şandine Syunîkê û ” ew artêş destwerdana tiştekî nekir”. Li gor Melkonyan berovajî vê yekê çêbû: dema Azerbaycanê li ser rêya Jermûk, Vardenîs êrîş kir, herêm bi dest xist, rûsan sê-çar saetan berî êrîşê ji baregehên xwe derketin.

Di komîsyona lêkolînê de Serokwezîr Nîkol Paşînyan jî diyar kir, ku şandina hêzên aştiyê li Mexrî ji bo wî xeta sor e û da zanîn, ku di encama gotûbêjan de ew gihîştine metnekê, ku tê de tiştek li ser çêkirina korîdorek di nav axa Ermenistanê re nehatiye gotin, li şûna wê, behsa rawestandina şer, vegerandina 7 herêman, çêkirina Korîdora Laçîn û bicihkirina hêzên aştîparezên rûsî li wir û li Qarabaxê, hate kirin. “Siba 9ê Mijdarê min ew nivîs îmze kir:” got serokwezîr.

Melkonyan di axaftina xwe ya li gel “Radio liberty” de diyar kir, ku peymana agirbestê ya 9’ê Çiriya Paşin ê tenê ji bo Ermenîstanê pêk hat. Ermenîstan hemû xal bi cih anînye, lê Azerbeycanê 50% jî pêk neaniye.

“Me Xtsaberd da, deverên mayî hêdî hêdî ji aliyê Rûsan ve hate dayîn Azeriyan re û ew jî hê pêş de diçin, Korîdora Laçînê jî dane, her tişt dane û ew ti xalek ji wê rêkeftinê naparêzin. Niha pirsgirêka Korîdora Laçînê heye, hemû armanca wan ew e ku korîdorê radestî Azeriyan bikin. Divê em fêhm bikin, ku divê em bi hêz bin, ji ber ku ti hêz li wir nemînin, ew xaka me ye, divê em xaka xwe biparêzin, em bixwe ewlehiya wê biparêzin:” got parlamenter.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button