SocietyTop

Di şeş mehan de 1 mîlyon tûrîst serdana Komara Ermenîstanê kirin

Serokê Komîteya Tûrîzmê ya Wezareta Aboriyê Sîsyan Poxosyan ragihand, ku di 6 mehên destpêkê yên îsal de 1 milyon turîst serdana Ermenîstanê kirine.

“Ev nîşana herî baş bû, ku ye me hebû. 2019 ji bo pîşesaziya tûrîzmê sala herî baş bû. Li gorî 6 mehên destpêkê yên sala 2019’an îsal 30% zêdebûneke me heye. Sala 2019an bi milyonek û 900 hezar turîsten me hebun û ger em bi vî awayî berdewam bikin, em hêvî dikin ku ji 2 milyonî derbas bibe:” got Poxosyan.

Li gorî wî ev çalakî ji ber sedemên cuda pêk tê. “Em gelek kar dikin, ku marqeya Ermenîstanê li bazara navneteweyî bidin nasîn, ji bo ku ew bêtir were naskirin, kampanyayên me yên pir balkêş hene, em bi firokexaneyên cuda re dixebitin. Em beşdarî pêşangehên cuda yên navneteweyî dibin. Em xwe amade dikin, ku bazara Îtalyayê aktîv bikin, ji ber ku dibe ku ji Îtalyayê ber bi Ermenîstanê ve eleqeyeke mezin hebe. Rûsya her tim bi welatê me re eleqedar bûye. Ji 52% turîstên me ji Rûsyayê ne, paşê Gurcistan û Îran in.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button