
Weke ku me duh ragihandibû, balyozê Fransayê yê nû li Ermenîstanê heye. Ji 21ê Tîrmehê û pê ve, şandeya dîplomatîk wê ji aliyê Şêwirmendê Karên Derve Olîvîer Dekotîn ve were birêvebirin.
Balyozê nû wê bê şûna Ann Luyot, ya ku ji Tebaxa 2021-an vir ve li Êrîvanê dixebitî.
Rojnameya “Hetk” dinivîse, ku bi gelemperî balyozên Fransî 3 salan li ser kar in. Sala sêyem a Ann Luyot wê di Tebaxa 2024-an de biqede. Lêbelê balyozê nû salek beriya bidawîbûna peywira Luyot tê destnîşankirin.
“Anne Luyot hatye pajda gazîkirin ?” “Hetk” ji Tayîsa Hovhannîsyan, ataşeya çapemeniyê ya Balyozxaneya Fransayê ya li Ermenîstanê, pirsî.
“Balyoz ji ber sedemên şexsî zû diçe,” wê eşkere kir.
Olîvîer Dekotînî dîplomatekî kariyerê ye û Zanîngeha Sorbonne quta kirye. Di salên 2012-2015an de, Şêwirmendê duyem ê Balyozxaneya Fransa li Îranê bû, li ser mijarên bernameya nukleerî ya Îranê û siyaseta herêmî ya Îranê analîz nivîsîe, ku di “The Washington Institut” e de jî hatin weşandin. Beriya wê, Olîvîer Dekotînîdi dezgeha navendî ya Wezareta Derve ya Fransayê de, bi operasyonên NATO û YE yên li Lîbya, Balkan û Kafkasyayê re mijûl bû.