PoliticsTop

Olîvîer Dekotînî wek balyozê nû yê Fransayê li Ermenîstanê hat tayînkirin

Serokomarê Fransayê Emmanuel Makron û Wezîra Ewropa û Karên Derve Katherîn Kolonna biryarnameyek li ser tayînkirina balyozê nû yê Fransayê li Ermenîstanê îmze kirin.

Konsolê Rûmetê yê Ermenîstanê yê li Fransayê Denîs Djorkaeff li ser rupela xwe yê Twitterê da zanîn, ku Olîvîer Dekotînî, Şêwirmendê Bilind li Karên Derve, ji 21ê Tîrmeha 2023an ve wek Balyozê Awarte û Temsîlkar ê Komara Fransa li Komara Ermenîstanê hat tayînkirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button