Li gorî medyaya Azerbaycanê, Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov bersiva banga nûnera fermî ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Marîya Zaxarova ya ji bo rakirina bloka Korîdora Laçînê da.
Bayramov diyar kir, ku di van du sal û nîvên dawîn de û herwiha di dema “dagirkeriya” 30 salan de, Azerbaycanê bi dehan, bi sedan, heta bi hezaran bangên cuda bihîstiye.
“Helbet pêwîst e guh bidin wan bangan. Ew girîng e ku analîz bikin. Û em wiya dikin, em bersivek guncaw didin. Ez wisa difikirim ku demê nîşan daye ku ji bo pêşxistin û çareserkirina pirsgirêkan di rêya rast de, divê aliyê Azerbaycanê tedbîrên sîstematîk bigire û dike.
Dewleta Azerbaycanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gorî pîvan û prensîbên hiqûqa navneteweyî nêrîna xwe heye. Em sîyaseta xwe ne bi banga hinek kesan, li gorî berjewendîyên xwe yên netewî dimeşînin. Em bawer in ku ev polîtîka wê encamên erênî bi xwe re bîne:” Bayramov got.
Li gor vê bersivê mirov dikare bibêje ku qirkirina gelên 120.000 Ermeniyên Qerebaxê, ji “berjewendiyên netewî” yên Azerbaycanê tê.
Encamek din a girîng: Di dawiyê de Baku bi eşkere bloka Artsaxê qebûl dike.