PoliticsTop

Azerbaycan daxwaz dike ku fabrîqeya ku hê nehatiye vekirin û “zirarê dide ekolojiya herêmê” were girtin

Li Azerbaycanê, ji bo parastina mafên welatên Afrîkayê yên ku ji neo-kolonyalîzma Fransî bandor bûne, hewlên tîtanîk rawestiyan û vegeriyan ser pirsgirêkên jîngehê.

Em bi bîr bînin, ku li Rojavayê çalakiya, ku bi “sedemên hawirdorê” hate ravekirin, veguherî dorpêçkirina Korîdora Laçînê û Artsaxê.

Vê carê jîngehparêzên Azerbaycanê nameyek çend rûpelî ji serokwezîrê Ermenîstanê re nivîsî bûn û daxwaza girtina çend kargehên li Ermenîstanê kiribûn. Rastiya, ku “jîngehparêz” ne tenê navên cihan Azerbaycanî li ser cihan ermeniyan bi kar tînin, lê bi zanebûn rastiyê berovajî dikin û bajarên din ên Ermenîstanê bi navên Azerî bi nav dikin, ev jî şahidiya rewşa siyasî ya vê diyardeyê dike.

“Jîngehparêzên” Azerbaycanê Ermenîstanê bi wê yekê tawanbar dikin, ku “karkirina madenê li Komara Ermenîstanê aramiya jîngehê li herêma Kafkasya Başûr binpê dike”, daxwaza “rawestandina xebatên madenê yên ku li dijî norm û pîvanên hawirdorê yên navneteweyî tên kirin” tê kirin.

Di lîsteyê de 12 kargeh hene, ji bilî Kombîneyên Kajaran û Kapanê, kargehên li Kotayk, Sodk, Axtala jî ji bo Azeriyan problem bûn . Her wiha daxwaza rawestandina avakirina kargeha Yerasxê jî tê kirin. Di cara dawîn de jî, artêşa Azerbaycanê bi hewleke biçûk, hema hema rojane kargeha di bin avadankirinê de topbaran dike, di encamê de 2 welatiyên Hindistanê birîndar bûne.

Belê, herî zêde îddîa li ser kana Amûlsarê tê kirin. Em bibêjin, ku cem jîngehparêzên ermenî jî di derbarê Amulsarê de pirsên “temam” hene, bi firkî tenê ew e, ku li Ermenîstanê daxwaz dikin, ku karûbarê kanîyê neyê destpêkirin, lê li Azerbaycanê jî encamên neyînî derdixin holê û bi zelalî çêkirina hemû sûcdariyên din nîşan didin.

Û dema ku rayedarên Azerbaycanê bi çareserkirina pirsgirêkên jîngehê yên Ermenistan û Artsaxê mijûl in, gundî û çalakvanên ku daxwaza girtina kargeha zirardar a Soyudlu ya Azerbaycanê bi xwe dikin, digirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button