
Adrbêcan û T’irkîa bira nefikirin, wekî sebra Îranêye nisbetî gefxwerinê k’ara wê bêh’ede. Dema yazî-miqederê Îranê k’artê xweye lîstikê t’eþhîrke. Bawerîya heman Ÿhsan Movahêdîanê ort’emiletînasê îranî e’lamkirîye.
Miqalêda Movahêdîan derheqa “Sivdera Zangêzûrê” û encamê wêye seva Îranê xeverdaye.
Ê xebîr isa jî daye k’ivþê, wekî lazime r’ê-dirbê Îranêye navr’aderbazbûnê dîvêrsîfîkasîakin û girêdana r’ê-dirbê Adrbêcanê û T’irkîaêva kêmkin, lê isa jî hevk’arîyê t’ev Çînstanê, Ûr’isêtê, Hindistanê k’ûrkin.
Adrbêcan û T’irkîa bira nefikirin, wekî sebra Îranê nisbetî gefxwerinê k’ara wê bêh’ede. Dema yazî-miqederê Îranê k’artê xweye lîstikê t’eþhîrke, çawa wekî Sûrîayê, Êmênê, Îraqêda kirîye”,- Movahêdîan daye k’ivþê.
Bi gotna ê xebîr- serk’arê T’irkîayê û Bek’ûyê “bi alîk’arîya Anglîayê û sîonîsta” dice’dînin sînorê Qafqasîayê û Asîa R’oavayê bigöhêzin û nemeh’kemîyê Sûrîayê, Îraqê, Libnanê û Ermenîstanêda bie’frînin, wekî seva Îranê astengê dinîasîasîyê, malhebûnîyê û bêqezîabûnê bie’frînin.