SportTop

Wezîrê Karên Hundir bi nûnerên hindikahiyên neteweyî re hevdîtin kir

Di 29ê Hezîranê de Wezîrê Karên Hundir Vahê Xazaryan bi nûnerên hindikahiyên netewî yên Ermenîstanê re hevdîtinek pêk anî. Rêveberiya Wezareta Karên Hundir jî amade bû.

Vahê Ghazaryan bi xêrhatina mêvanan kir û bal kişand ser girîngiya hevkariya bi Wezareta Karên Hundir û nûnerên hindikahiyên neteweyî re.

Vahê Ghazaryan bi pêşkêşkirina reformên Wezareta Karên Navxweyî de, pêşniyar kir, ku encûmenek ji nûnerên hindikahiyên neteweyî ya girêdayî Wezareta Karên Hundir, bê avakirin.

Wî teqez kir, ku hevdîtinên asayî yên bi endamên encumenê re wê derfetê bide, ku pirsgirêkên, ku bandorê li ser hindikahiyên neteweyî dikin û di çarçeweya desthilatên Wezareta Karên Navxweyî de ji wan re çareseriyên guncaw pêşkêş bikin.

Beşdar ji bo vexwendin û mêvandaryê spasiya Wezîrê Karên Hundir kirin.

Wan pêşwaziya destpêşxeriya wezareta navxwe ya ji bo avakirina encûmenek ji nûnerên hindikayiyên netewî kir û amadebûna xwe, bo berdewamkirina hevkariyên bi bandor bi wezareta navxwe re nîşan dan.

Her wiha, li ser mijarên din ên hevdu balkêş jî gotûbêj hate kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button