
Neteweyên Yekbûyî bi piraniya dengan desteyek taybet damezrand ji bo diyarkirina çarenivîsa girtîên Sûriyê, ku di nav wan de endamên kêmîneya êzdî jî hebûn.
Li Sûriyê hejmareke mezin ji girtiyên ku bê dadgeh rûniştine hene, di nav wan de êzdî jî hene ku malbatên wan bi salan nikarin alîkariya wan bikin.
Dayika girtiyekî hikûmeta Sûriyê ji medyaya êzîdî re behsa kurê xwe Prîsk Hemîd kir, ku ji 25ê Îlona 2015ê ve di zindana Şamê de ye.
“Kurê min ev 8 sale, ku in bê darizandin û bê lêpirsîn di girtîgehê de ye, der barê wî de tu sûc nehatiye vekirin. Em her tiştî dikin, ku wî derxin derve, ji bo ku em pereyên pêwîst bidin, me mal firot. Ya herî xemgîn ev e ku destûr nayê dayîn, ku em kurê xwe bibînin û vê dawiyê jî ji me re gotin ku Prîsk ne li vir e. Parêzerê got ku ew nikare alîkariya me bike, ji ber ku kurê me tenê ji ber neteweyî û olî di girtîgehê de tê mayîn.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji sala 2011’an û vir ve, çarenûsa nêzî 100,000 kesên, ku li Sûriyê winda ne, ku di nav wan de hindikahiya êzdî jî heye, hîn ne diyar e. Rêxistina Yekgirtî di raporta xwe de ku di meha Sibata îsal de belav kiriye, radigihîne ku ji dema dagîrkirina Sûriyê ve, tenê 98 kes li Sûriyê hatine azadkirin û çarenivîsa 130 kesan jî ne diyar e, di nav wan de jin û zarok hene.
Li Efrînê ji 20ê Çiriya Paşina 2018an heta niha 9 021 kes hatine girtin, 6935 kes hatine azadkirin, lê çarenivîsa 2 0 86 kesên din ne diyar e.