PoliticsTop

Protokolên navneteweyî yên li ser krîza mirovahî bêwate ne: Artsax li astengyê de dimîne, Azerbaycan bêcezaye

Amnesty International, rêxistinek mafên mirovan a navneteweyî ya bi prestîj li ser “Twitter”ê kêşeya mirovî ya ku li Artsaxê hatî çêkirin, kir. Rêxistinê bi bîr xist ku niştecihên Qerebaxê ji Kanuna Pêşina 2022 an vir ve di bin dorpêça Azerbeycanê de ne û destnîşan kir, ku krîza mirovahî her ku diçe kûrtir dibe. Duh jî ev mijar pêşkêşî Lijneya Wezîran a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê hate kirin. Ombudsmanê Artsaxê, her wiha destnîşan dike, ku heta civaka navneteweyî li dijî Azerbaycanê tedbîrên pêşîgirtinê û cezakirinê negire, Bakû wê di bin navê pêvajoya aştiyê de polîtîkaya paqijkirina etnîkî û qirkirina li ser Artsaxê bidomîne.

Meyl heye, ku krîza mirovahî ya li Artsaxê wê bibe felaket. Li her derê dikan valane. Ombudsmanê Artsaxê hişyarî da, ku ger wiha berdewam bike wê di demek nêzîk de birçîbûn dest pê bike. Nêzîkî 200 roj, ku Artsax hatiye dorpêçkirin.

Gegham Stepanyan dide zanîn, ku di van rojên dawî de, siyaseta tawankar û terorîstî ya Azerbaycanê li dijî gelê Artsaxê bi rastî diyardeyên ku nayên înkarkirin ên bikaranîna hêz û gefa hêzê, tên hev kirin: kes û alavên, ku karên çandiniyê dikin, her wiha yekîneyên Artêşa Parastinê ya Artsaxê, ku tenê erka parastina sivîlan pêk tînin, wek hedef tên girtin.

Ombudsmanê Artsaxê li ser Facebookê nivîsî: “Heta ku Azerbaycan ji ber kiryarên xwe yên sûcdar, sûcên li dijî jiyan û mafên din ên bingehîn ên gelê Artsaxê ji hêla aktorên navneteweyî ve neyê ceza kirin, wê pêvajoya aştiyê, ji bo qirkirina etnîkî û polîtîkaya qirkirinê ya li Artsaxê bi kar bîne.”

Di civîna asayî ya Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê de, heyeta Ermenîstanê mijara astengkirina neqanûnî ya Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve anî ziman. Malpera “Facebookê ya şanda Komara Ermenîstanê li Konseya Ewropayê vê yekê radigihîne. Balyozê Ermenîstanê yê li Konseya Ewropayê Arman Xaçatryan binpêkirinên giran ên agirbestê û çalakiyên provokatîf ên Azerbaycanê yên di 28ê Hezîranê de li Qerebaxê, ku di encamê de 4 leşker hatibûn kuştin, pêşkêş kir.

“Tirsandina xelkê sivîl li Qerebaxê bi zelalî nîşan dide, ku Azerbaycan bi berdewamî hewl dide paqijkirina etnîkî li Qerebaxê bike.”

Nûnerê daîmî yê Ermenîstanê, krîza mirovahî û mafên mirovan, ku di encama kiryarên yekalî yên Azerbaycanê de li Qerebaxa Çiya derketiye, pêşkêş kir û ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwest, ku li gorî şêwra Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, ku ji Komîteya Wezîran re der barê Korîdora Laçînê de hatiye kirin, gavên zelal bavêje.

Amnesty International, rêxistina mafên mirovan a navneteweyî ya bi prestîj jî amaje bi dorpêçkirina berdewam a Qarabaxê ji alye Azerbaycanê ve kir. Rêxistinê diyar kir, ku Azerbaycan gelê sivîl ê Qerebaxa Çiya ji pêdiviyên xwarinê û alîkariyên mirovî bêpar hiştin.

“Azerbaycan bi berdewamî guh nade biryara saziya dadwerî ya herî bilind a Neteweyên Yekbûyî, ku bi wê dadgehê Azerbeycanê mecbûr kiribû, ku di Korîdora Laçînê de tevgera azad misoger bike. Divê Azerbaycan dorpêça li ser Qerebaxê rake û dawî li krîza mirovî bîne.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button