EconomicsSocietyTop

Ji 1ê tîrmehê pê ve li şûna 81,63 dolarî mezinahiya herî kêm a pansîyonê wê bibe 93 dolar

Hikûmet wê ji 1ê Tîrmehê û pê ve mezinahiya herî kêm a pansîyonê zêde bike. Wezîrê Kar û Barên Civakî Narek Mkrtçyan di civîna Hikûmetê de projeya pêwendîdar pêşkêş kir.

Wî destnîşan kir ku ji 1ê Tîrmehê û pê ve li şûna 81,63 dolarî mezinahiya herî kêm a pansîyonê wê bibe 93 dolar.

“Pansîyona navîn 7,1% zêde dibe û ji 119,09 dolarî dibe 128,39 dolar. Pansîyona navînî ya leşkerî ji 226,28 dolarî ya heyî wê bigihîje 236,64 dolarî:” got wezîr.

Li gorî Mkrtchyan, di warê rêjeya pansîyona navîn ya bi selika kirînê de jî, dînamîkên me yên erênî hene.

“Niha 68,9% e, lê bi zêdebûna 1’ê Tîrmehê re em ê vê rêjeyê bikin 73,7%.

Ji sala 2018’an û vir ve me pansîyona herî kêm 225% zêde kir û ji 41,33 dolarî derxist 93 dolar, her çiqas em bêjin di selika kirînê de jî enflasyon heye. Enflasyona xwarinê 73% e, enflasyona pansîyonê jî 225% e:” wî got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button