
Ermenîstan ji bo Rûsan di nav pênc cihên biyanî yên herî populer de cih digire, TASSê li ser encamên lêkolînê yên travel.yandex.ru radigihîne.
Li gorî daneyên serwîsê, di nav deverên populer de Ermenîstan piştî Tirkiyeyê di rêza duyemîn de ye. Di lîsteyê de Ermenîstan li pêş Kazakistan, Ozbekistan û Azerbeycanê ye.
Mesrefa navînî ya rêwîtiyek ji Rûsyayê berbi Ermenîstanê di meha Hezîranê de 25,7 hezar ruble hate texmîn kirin.