
Komara Ermenîstanê di qada aborî ya bilind de berdewam dike. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di rûniştina hikûmetê ya 29ê Hezîranê de ev tişt ragihand.
“Ez bi kêfxweşî radigihînim, ku Komara Ermenîstanê di qada aborî ya bilind de berdewam dike. Nîşaneyên aborî yên Gulana 2023an hatin weşandin. Û divê ez tomar bikim, ku di Gulana îsal de li gorî Gulana sala par endeksa çalakiya aborî 13,7% hatiye tomarkirin, pîşesazî 5,3%, avakirin 18,4%, bazirganî 28,6%, xizmet 12,3% zêde bû:” got Serokwezîr.
Paşînyan bi bîr xist, ku di meha gulana sala par de jî çalakiya aborî ya pir zêde hat tomarkirin û 10,8% zêde bû.