PoliticsTop

Divê rayedarên Azerbaycanê dorpêça li ser Qerebaxê rakin: “Amnesty International”

Rêxistina navneteweyî ya mafên mirovan “Amnesty International” di twîteke xwe de amaje bi girtina Korîdora Laçîn kir û daxwaz ji rayedarên Azerbaycanê kir ku “abloqeya Qerebaxê” rakin û “qeyrana mirovî ya berdewamî” bidawî bînin.

“Amnesty International” ragihand: “Di 15’ê Hezîranê de Azerbeycanê her cure veguheztin li ser Korîdora Laçînê, ku tekane rêyê, ku Qerebaxê bi Ermenîstanê ve girêdide, rawestand.

Qerebax ji Kanuna Pêşina 2022 an vir ve di bin dorpêçê de ye. Ji wê demê ve niştecihên Qerebaxê pişta xwe bi alîkariyên mirovî yên hêzên aştîparêz ên Rûsyayê û Xaça Sor digirin. Niha jî artêşa Azerbaycanê ve bi temamî rê hetye girtin, û krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe. Di 26ê Hezîranê de destûr hat dayîn ku Xaça Sor ji nû ve dest bi derxistina nexweşên giran bike.

Lêbelê, li nexweşxanyan kêmasiyek tund a derman û pêdiviyên bijîşkî hene. Divê rayedarên Azerbaycanê dorpêça li ser Qerebaxê rakin û dawî li qeyrana mirovî ya ku diqewime, bînin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button