All NewsTop

Parlamênta Avropayê daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê borcdarîyên xweye li ber Şêwira Avropayê  teribandine: 99 selefê pêşnîyarên azêrîya nehatine qebûlkirinê

Parlamênta Avropayê, bi qebûlkirina rêzolyûsîya derheqa korîdora Laçînêda daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê borcdarîyên xweye li ber Şêwira Avropayê teribandine bona ku pirsgirêka Qerebagê bi rîya edil bê helkirinê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda endamên dêlêgasîya ermenî wextê prêss-konfêransê gotine.

“Ew yek bûyareke girînge, çimkî parlamênta Avropayê bi wê rêzolyûsîyayê da dîyarkirinê, wekî niha çûyîn- hatina aza, ya bi korîdora Laçînê tune. Raportkirê avropî  korîdora Laçînê bi çevê xwe dîtibû, wekî çûyîn-hatin tune. Ew yek jî rêzolyûsîyayêda hatibû dîyarkirinê”,- serokê dêlêgasîyayê Rûbên Rûbînyan gotîye.

Dêlêgasîya Adirbêcanê hemû tişt kirîye, wekî rêzolyûsîya bê guhartinê û neyê qebûlkirinê, lê 99 selefên pêşnîyarên wan nehatine qebûlkirinê.

Rûbînyan gotîye, wekî rêzolyûsîyayê dikarin wextê pêvajoyên mehkemê bidine xebatê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button