
Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê bi bariyera betonê rêya jiyanê li ber 120 hezar kesî, ku 30 hezar ji wan zarok in, girt.Balyozê bi peywirên taybet ên Ermenîstanê Êdmon Marukyan li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê li ser vê yekê nivîsî.
“Provakasyoneke nû ya Azerbaycanê. Duh, hêzên çekdar ên Azerbaycanê ji bo girtina rêya jiyanê 120 hezar kesî, ku 30 hezar zarok jî di nav de ne, ku Qerebaxa Çiya bi Ermenîstanê re girêdide,li korîdora Laçînê bariyera betonê danîn. Ev yek li dijî biryara dadgeha Laheyê, ji bilî danîna nuqteyeke kontrolê ya neqanûnî hat kirin. Siyaseta paqijiya etnîkî ya Azerbaycanê pêvajoyeke rojane ye û ev binpêkirinên mezin ên mafên mirovan berdewam dikin:” wî nivîsî.
Em bi bîr bînin, ku duh di 22’ê Hezîranê de Azerbeycanê careke din provokasyon û kiryareke sûc kir û rêya yekane ya navbera Artsax û Ermenîstanê (Korîdora Laçîn) bi bariyera betonê girt.